Pêncşem, 23 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 10:54

Sûrîye

Serokwezîrê Sûrîyê ji Rijîmê Veqetîya û Çû Urdun

Mezinahîya nivîsê - +
Karbidestek Urdunê û peyvdarek serhildayan roja Duşemê gotin serokwezîrê Sûrîyê ji rijîmê veqetîyaye û derbazî Urdunê bûye, wek nîşanek ku di astê herî bilin de dirz dikeve rijîma Serok Beşar el Esed.

Karbidestek pile bilindê Arteşa Azad ya Sûrîyê, Ahmed Qassim got Serokwezîr Riad Hêcab  tevî sê wezîrên din jî rijîmê veqetîyaye.

Karbidestek hikûmeta Urdunê ku nexwaxt navê wî bêt eşkere kirin veqetîyana Riad Hicab û malbata wî piştrast kir lê serbaret sê wezîrên din çi negot.

Hevdem, bizavkarên opozisyona Sûrî raportê diden, êrîşên ji layê hêzên hikûmetê ve bo ser bajarê Helebê li Bakura welatî roja Duşemê jî berdewam bûn.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--