Du bombeyên li rex rê roja Pêncşemê bi otobusekê de peqîn. Peqîn li nêzîkî bajarokê Foça ya li ser Deryaya Ege qewimî û di encamê de 1 leşker hate kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Ofîsa walîyê Îzmîrê ragihand ku otobus leşkerên Tirk dibir bingeha deryayî.
Ajansa Anadolu ya hikûmetê got, 6 leşker di nav birîndaran de ne. Birîndarên mayîn ji kesên sîvîl in ku jibo artêşê kar dikin.
Waxtekî zûtir, televîzyona TRT ya dewleta Tirkîyê bêyî ku jêderan destnîşan bike ragihand ku 30 leşker di êrîşê de birîndar bûn, lê ofîsa walî ragihand ku ev yek ne rast e.
Ev êrîş hate kirin, çend rojan piştî Wezîrê Nevxweyî yê Tirkîyê roja Yekşemê îdîa kir ku leşkerên Tirk 115 serhildayên berguman yên Kurd, di şerekî mezin de nêzîkî bajarokê Şemzînanê kuştine.