Şemî, 18 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 18:08

Sûrîye

Wezîrê Derve yê Fransa Fabius: Çûyîna Esed Çiqas Zû Be Baştir e

Penaberên Sûrî yên li Kampa Dumez ya li Duhokê. Tebax 13, 2012. Penaberên Sûrî yên li Kampa Dumez ya li Duhokê. Tebax 13, 2012.
x
Penaberên Sûrî yên li Kampa Dumez ya li Duhokê. Tebax 13, 2012.
Penaberên Sûrî yên li Kampa Dumez ya li Duhokê. Tebax 13, 2012.
Mezinahîya nivîsê - +
Wezîrê Derve yê Fransayê banga veguherîneke sîyasî ya lez û bez li Sûrîyê dike û dibêje, divê hikûmeta nû rêzê li kêmanîyên olî û nîjadî bigire.

Wezîrê Derve yê Fransayê Lairent Fabius got, Serok Beşar Esed gelê xwe serjê dike û loma jî çûyîna wî çiqas zû be, ewqas baştir be.

Lairent Fabius her wiha got, welatê wî soza alîkarîyê dide penaberên Sûrî ku cîh û warên xwe hatine dûr xistin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Lairent Fabius her wiha soza alîkarîyê da welatên wek Urdunê ku alîkarîya wan kesan dikin. Fabiusher ew daxuyanîyên xwe li îro Pêncşemê li Urdune, li kampa penaberan ya yekê kir ku nêzîkî 7.000 penaberên Sûrî tê de dimînin.

Fransayê roja Yekşemê nexweşxaneyeke leşkerî li Urdunê ava kirîbû ku Sûrîyên birîndar û nexweş derman bike. Tê ragihandin ku dora 150 hezar penaberên Sûrî li Urdunê dimînin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Lairent Fabius, li ber e, piştî Urdunê here Lubnan û Tirkîyê jî da ku rewşa penaberên Sûrî di cîh de bibîne
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--