Karbidestên Pakistanî dibêjin, bombeyek li bajarê Karaçî li otobuseke xist ku rêwîyên Şîa dagirtibû û herî kêm 1 kes di encamê de hate kuştin.
Peqîn, rojekê piştî êrîşa Pêncşemê hat ku mîlîtanên Sunnî li devera Manşehra ya bakurê rojava Pakistanê êrîşî otobusên rêwîyên Şîa kiribûn û 22 kes kuştibûn.
Karbidestên Pakistanî dibêjin rêwîyên Şîa diçûn pîrozbahîya salane ya piştgirîya Fîlîstînîyan, dema rastî êrîşan hatin.