Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aung Suu Kyi Serdana Amerîkayê Dike


Aung Suu Kyi
Aung Suu Kyi
Xelatbira Nobel û rêbera opozisyona Bûrmayê Aung Suu Kyi roja Duşemê serdaneke du hefteyan bo Amerîkayê destpê dike. Xanim Kyi li Kongirêsa Amerîkayê rûmeta herî bilind werdigire.

Aung Suu Kyi dê çend rojên pêşî ji serdana xwe li Washingtonê biqedîne, ku têde ligel Wezîra Derve Hillary Clinton kom dibe û herwiha Medalîya Zêrîn ya Kongirêsê werdigire.

Xanim Suu Kyi tê çaverê kirin ku ligel Serok Barack Obama jî kom bibe û herwiha serdana radyoya Dengê Amerîka û Radyoya Asyaya Azad bike.

Rêbera Bûrmayê herwiha serdana wîlayetên California, Kentucky û Indiana dike, bi taybet bajarê Fort Wayne ku civaka herî mezin ya xelkê Bûrmayê lê dijîn.
XS
SM
MD
LG