Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku nêzîkî 500 çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê li meha bihurî ji layê hêzên parastinê ve hatîne girtin yan kuştin.
Erdogan herwiha daxwaz li endamên PKK’ê kir ku çekên xwe danin û got ku operasyona artêşa Tirkîyê wê berdewam be heta PKK dest ji çekî berdide.
Erdogan got ku bi kêmî ve 123 çekdarên PKK’ê li heftîya bihurî li pevçûnên nêzîkî sînorê Îraqê hatin kuştin.
Tundûtûjîya navbera hêzên dewlet û PKK’ê zêde dibe û di teqînekê de roja Şembî li Bîngolê heşt polîs hatine kuştin.