Wezîrê derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu dibêje ku ew dixwaze fêrî zimanê Kurdî bibe.
Li gor rojnameya Hurriyet ya Tirkîyê, Davutoglu dibêje ku eger wî wext hebe, dixwaze fêrî zimanê Kurdî bibe.
Wezîrê Derve dibêje ku eger min dem hebe, yekem tişt ez xwe fêrî Kurdî dikim, da ku hemû zimanên welatê xwe bizanim.
Davutoglu herwiha dibêje ku têkelbûna zimanên wek Erebî, Farsî û Tirkî nişana bi hev re girêdana me.