Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gîvara Kurdî: Rejîma Sûrîyê Mehmûd Walî Kuştîye


Cenazeya Mehmûd Walî li Serêkanîyê
Cenazeya Mehmûd Walî li Serêkanîyê
Roja Pêncşemê bizavkarê Kurd Mehmûd Walî (Bavê Candî) ji alî du çekdaran ve li ser kolaneke bajarê Serêkanîyê li Sûrîyê hate Kuştin. Birêz Walî dameznêrê Tevgera Ciwanên Şoreşê li Sûrîyê bû û her wiha endamê Komîteya Giştî ya Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê bû.

Di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîkayê de, birêz Gîvara Kurdî nûnerê Tevgera Ciwanên Şoreşê li Serêkanîyê dibêje, Mehmûd Walî li ser destên rejîma Sûrîyê hatiye kuştin jiber ku ew endamekî gelekî çalak bû û bi eşkereyî doza mafên gelê Kurd li Sûrîyê dikir

Hêjayî gotinê ye ku birêz Mehmûd Walî gelek caran bi navê (Hoşîn Memo) dibû mêvanê radyoya Dengê Amerîka û nûçe ji Serêkanîyê ji guhdaran re radigihand.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna ligel birêz Gîvara Kurdî derbarê kuştina bizavkar Mehmûd Walî, ji kerema xwe lînka li jêr klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG