Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dema ku Şer Dom Dike Şam di Têkoşînê de Ye


Alîyek ji paytexta Sûrîyê, Şam
Alîyek ji paytexta Sûrîyê, Şam
Şerê giran li derveyî paytexta Sûrîyê diqewime, lê jibo hin rûniştvanên bajêr, jiyan her berdewam dibe, tevî ku bi hişyarî ye. Peyamhinêra Dengê Amerîka Elizabeth Arrott ku nuha li Şamê ye û karbidestekî hikûmî li hemû hevpeyvînan ligel wê ye, ev rapor amade kiriye.

Bûkê cilê xwe yê xemilandî li xwe kiriye û xwe dihejîne li dema ku stiranbêjan gihiştina wê bi mûzîka xwe radigihînin. Bûk û zava şahîya xwe di holeke mermerî de pîroz dikin, her tişt xweş diyar e, û di vê kêlîkê de wiha diyar e ku her kesî dengê teqîn û êrîşan ji bîr kiriye, teqînên ku li seranserî bajêr bi şev pêk tên.

Di vê sal û nîva borî de, serhildaneke aştîyane dijî hikûmeta Beşar el-Esed bû şerekî navxweyî tund. Xelkê bajarê Şamê jî şahiyê dikin li dema ku şer parçeyên din ji welatê wan talan kiriye.

Lê, bajêr rastî teqîna bombeyan û terorkirinan bûye, dûmana jiber teqînan xelkê bajêr li jêr tirsê dihêle.

Ti kes paşerojê nizane. Elektrîk qut dibe û gaz û mazot her kêm e. kartêkirina sizayên navneteweyî li ser jiyana rojane heye.

Di Sûka Himêdîyê li Şama kevin de, bazirganek firaxên xwe durist dike û li hêvîya miştrîyekî ye.

Ew dibêje ku rewş atmosfera krîzê ye. Wî nirxên xwe daxistiye da ku kar jinûve vegere, lê pere kêm e û hindik xelk nuha tiştan dikerin. Sehmê wî yê derkirîna firaxan ji derve kêm bûye, jiber hebûna sizayên aborî.
Li vê dema ku nikare texmîn bike kengî şer navbera opozisyon û hikûmetê raweste, ev bazirgan li bawerîya xwe vedigere.
Bi kurtî ew dibêje ku her tişt di destê Xwedê de ye.

Lê li vî bajarê di bin kontrola hikûmetê de jî, derizandin derdikevin holê. Endamên demdirêj yên partiya Be’es pênasîn dikin ku ev rewş dom nake.

Besam Ebû Ebdella Serekê grupeke lêkolînên siyasî ya nû ye li Şamê.

Besam Ebdella dibêje, ev rejîma, dibêjin divê biroxe, ketiye. Ez ji te re dibêjim, ez endamê partiya Be’es im. Di saykolocîya min de ev sîstema yek partî temam bûye ne jiber ku Partîya Be’es ne rast e, lê belê jiber ku ew kar nake.

Ev pênasîneke cîgirtî ye, lê jibo gelek endamên opozisyonê dereng hatiye.
Ebdella behsa hilbijartinên serokatîyê li sala 2014an dike, lê çawa ev welat dike ji şer biçe bo sindoqên dengdanê di vê dema kurt de.

Di destpêkê de hikûmetê got ku ew serhildana xwecihî bi destê mîlîtanên biyan pêk hat. Nuha ev tişt heta radeyekê rast e. Opozisyon bixwe mikur tê ku 10 ji sedî ji çekdarên wê ji derveyî Sûrîyê ne.

Besam Ebû Ebdella vê guhertinê wisa şirove dike.

“Eger ev dîktatorî be, emê xwe dîkratorîyekê biguhêzin bo yeke xirabtir. Ew jî dîktatorîya oldar e.”

Ew dibêje ku divê çareyeke were peyda kirin. Şerê navxweyî li Libnanê wekî mînak tîne, lê dibêje ku ew yek piştî 15 salan ji şer pêk hat.

Jibo gelek kesan li Şam û deverên din, têkoşîna qedandina rojan karekî ne pêkane ye.

Ji kerema xwe vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG