Çarşem, 22 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 14:35

Îraq

Biden Pesna Rêvebirîya Malîkî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dide

Joe BidenJoe Biden
x
Joe Biden
Joe Biden
Mezinahîya nivîsê - +
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Înê bi riya telefonê peywendî lgiel Serokwezîrê Îraqê Nûrî El-Malikî kir.

Di peywendîyê de jimareke mijar hatin gotûbêj kirin, yek ji wan serdana vê dawîyê ya şandeyên payebilind yên Amerîkî bo Îraqê bû. Cîgirê Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îraqê herwiha hin kêşeyên herêmî giftûgo kirin. Herdu alîyan behsa pêwîstîya rêlibergirtina hewildanan yên ku dixwazin xak û ezmanê Îraqê bikar bînin jibo şandina çekan bo Sûrîyê.

Birêz Biden herwiha pesna rêvebirîya Malîkî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku karibûn bi hev re bigihêjin rêkeftinên neft û enerjîyê.

Ji alîyê xwe ve, Serokwezîrê Îraqî Nûrî al-Malikî bi riya Joe Biden sersaxîya xwe pêşkêşî gelê Amerîkayê kir li ser kuştina balyozê Amerîkî li Lîbyayê û sê karmendên balyozxaneyê.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--