Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda bi Buhayê 4 .2 Milyar Dollaran Çekdan li Rûsyayê Dikire


Îraq 30 helîkopterên şerî li cûrê Mi-28 li Rûsyayê dikire.
Îraq 30 helîkopterên şerî li cûrê Mi-28 li Rûsyayê dikire.
Hikûmeta Îraqê kontraktek bi Rûsyayê re mor kir jibo kirîna çekên Rûsyayê bi buhayê 4.2 milyar dollaran.

Hikûmeta Moskow roja Sêşemê morkirina wê kontraktê ragihand, piştî kombûna Serokwezîrê Rûsî Dmitry Medvedev û Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî, ku nuha serdana Rûsyayê dike.

Li gor wê kontraktê, Îraq çekên giran li Rûsyayê dikire, di nav de 30 helîkopterên şerî li cûrê Mi-28 û 42 sîstemên mûşekên Pantsir-S1.
XS
SM
MD
LG