În, 01 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 09:52

Huner

Hamlet bi Kurdî Diaxive

x
To be or not to be’ (hebûn an nebûn) şanoya klasîk ya cîhanê cara pêşî ye ku bi muzîk û stranên Kurdî tê amade kirin û lîstin. Derhênerê hunerê yê Şanoya RAST’ê Celîl Toksoz bi lîstikvanên Şanoya Bajêr ya Dîyarbekirê re, Hamlet a ku ji alîyê Kawa Nemir ve hatiye weregrandin, bi Kurdî amade dike.

Derhêner Celîl Toksoz dibêje "dema ku Avrupî kî bibêje hebûn an nebûn ev hevok zêdetir xemên takakesî derdixe pêş, lê dema ku Hamlet bi Kurdî bêje hebûn an nebûn ev hevok veduguhere rengek netewî û pirsên civakî. Hunermendê Kurd destîşan dike jiber vê yekê hevoka hebun û nebûnê weke pirsa nasnamê dikeve ser zimanê Hamlet.

Şanogerê ciwan Yavuz Akkuzu di rola Hamlet de dilîze herwiha sê rolên sereke yên listikê ji sê stranbêjan pêk tê. Stranbêja ciwan Gulseven Medan di rola  Ofelyayê de, starnbêja navdar Rojda di rola diya Hamlet Gertrude de, Ali Tekbaş jî di rola Horatio de ye. Ev hersê stranbêj him bi listika xwe him jî bi dengên xwe yên xweş Hamletê cûdatir û rengîntir dikin.
Promiyera cîhanê ya Hamleta bi Kurdî di 17 Cotmehê de li Amsterdamê ye.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
31.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.