Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zana Farqînî Dersên Kurdî yên Bijartî Rexne Dike


Endamên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) di rêçûyîneke de daxwaz dikin ku zimanê Kurdî jî wekî Tirkî bibe zimanê fermî
Endamên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) di rêçûyîneke de daxwaz dikin ku zimanê Kurdî jî wekî Tirkî bibe zimanê fermî
Bi biryara hikûmeta Tirkîyê dersên bijartî yên Kurdî ji li xwendingehan tên pêşkêş kirin. Berî çend rojan pirtûka dersa Kurdî jî hate amade kirin û bi rêya malpera wezaretê ji xwendkaran tê belav kirin.

Hinek ji Kurdan balê dikşînin ku dersên bijartî yên Kurdî derfetekê girîng e ku divê Kurd bi karîgerî bikar bînin.

Lê, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zana Farqînî ne di vê bawerîyê de ye.

Birêz Farqînî dibêje, daxwaza Kurdan perwerdeya bi zimanê wan yan zikmakî ye û ne dersên bijartî!

Zana Farqînî li dijî îdîayên hikûmeta Tirk derdikeve ku Kurd ji zimanê xwe re xemsar in. Ew dibêje, çawa ku Kurd sala çûyî dibistanan boykot kiribûn, îsal jî dersên Kurdî yên bijartî boykot dikin, jiber ku nîyeta hikûmetê baş nabînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG