Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Human Rights Watch: Misilmanên Bûrmayê Hatine Tepeser Kirin


Komeleke mafên mirovan bang li Bûrma kiriye bi hezaran Misilmanên li rojavaya welêt biparêze, piştî ku wêneyên satelaytê tepeserkirinên ser wan nîşan dan.

Hikûmeta Bûrmayê got ku hefteyek ji şerê tayifî navbera Bûdîyên Rakhîne û Misilmanên Rohingya li wîlayeta Rakhine bêtir ji 2800 xanîyên şewitandî û 112 kuştî li dû xwe hişt. Hikûmetê paşê jimara kuştîyan daxiste 64 kesan.

Rêxistina Human Rights Watch ku bingeh li New York’ê ye di daxunîyeke de roja Şemîyê got ku ew ditirse ku jimara kuştîyan bi gelekî zêdetir e, li gorî şahidên ku ji şer revîyane. Rêxistin dibêje ku Misilman di vî şerî de bûne armanc.
XS
SM
MD
LG