Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarîyê li Amerîka 7.9 e


Wezareta Kar ya Amerîka îro Înîyê ragihand ku li meha Cotmeha borî 171.000 karên nû hatine zêde kirin.

Rêjeya bêkarîyê li heman mehê 7.9 ji sedê ye û ew du mehên ser hev deye ku ev rêja jêrî 8 ji sedê ye.

Rewşa aborîya Amerîkî ku ekonomîya herî xurt ya cîhanê ye, yek ji mijarên herî girîng e, di vê hilbijartina seroktîyê de ku li 6’ê vê mehê anku Sêşema were tê kirin.

Serok Obama jî ji hilbijêran re dibêje ku polîtîkayên wî bi mîlyonan karên nû afirandin, lê ew hewceyî pirtir dem e ku ji bandorên pir xirab yên sistbûna aborîyê bifilitin ku têkçûna herî xirab ya ekonomîyê ye, ji Tengahîya Mezin anku Great Depression a sala 1930’an vir ve.

Berbijarê Komarî Romney dibêje, jiber ku ew karsazekî serkeftî bû, kanîn û zanîna wî gelek heye ku aborîya welêt jinûve bivejîne. Romney îdîa dike ku eger ew bibe serok, di nav çar salên were de 12 mîlyon karên nû werine afirandin.
Heta niha ti serokê Amerîkî bi ser neketîye ku jinûve were hilbijartin, dema rêjaya bêkarîyê pirtir ji 7.4 ji sedê ye.

Rêjeya bêkarîyê li Amerîka, li meha 9 Îlonê bi awayekî neçaverkirî ketibû xwarê û bibû 7.8 ji sedê. Ev cara yekê bû piştî 44 mehan ku rêjeya bekarîyê nizimtir bibû û ketibû binî 8 ji sedê.

Bi piranî, rêjeya 5 heta 6 ji sedê ya bêkarîyê ji alîyê pisporan ve wekî asta normal tê hesibandin.
XS
SM
MD
LG