Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Nêzîkî Şemzînanê Pêk Hat


Nexşeya Şemzînanê
Nexşeya Şemzînanê
Serokwezîrê Tirkîyê Recep tayyip Erdogan dibêje ku serhildayên Kurd trimbêlek li başûr rojhilata Tirkîyê teqandine, ku di encama wê de zarokekî 11 salî hate kuştin û 18 kesên din birîndar bûn.

Rêberê Tirkîyê got ku teqîn roja Yekşemê pêk hat li dema ku otomobîleke polîsan li ser rîyekî li nêzîk bajarokê Şemzînanê diçû, ku li ser sînorê Îraqê ye. Teqîn li nêzîkî dawetekê pêk hat.

Erdogan berpirsîya teqînê xiste stûyê Partîya Karkerên Kurdistanê,anku PKK’ê, ku jibo otonomîyê li başûr rojhilata Tirkîyê şer dike. PKK’ê li devera Şemzînanê çalak e.

Ev êrîş li demekê ku tundûtujî ji alî serhildayan ve li mehên borî zêde bûye. Nuha bi sedan girtîyên Kurd di grêveke birçûnbûnê de ne ku daxwaza bêtir maf jibo Kurdan dikin.

Bi deh hezaran kes hatine kuştin ji dema ku PKK’ê di sala 1984’an de rahiştîye çekan.
XS
SM
MD
LG