Şemî, 25 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 21:03

Herêmên Kurdan

Tirkîye Bingehên PKK’ê li Bakurê Îraqê Bombebaran Dike

x
Mezinahîya nivîsê - +
Balafirên Şer (F-16) yên ku  ji balafirgeha Dîyarbekirê rabûn, li ser sînorê bakurê îraqê kampên Partîya Karkerên Kurdistanê bombebaran kirin. Operasyona esmanî ya şeva Yekşemê qasî du saet dewam kir.

Li gorî nûçeyan dema ku  serhildayên PKK jibo tedarikên zivisatnê bikin, derbasê bakurê Îraqê dibûn hatin bombe kirin. Li gorî çavderiyên leşkerî balafirên bê mirov Heron van gruban tespît kirine û li ser vê tespîtê operasyona esmanî hatîye kirin.

Li gorî nûçeyan pêşî grubên ku derbas dibûn hatin bombebaran kirin û piştî wê balafirên şer berê xwe dan kampên PKK yên li Qendil, Zap, Xwakurk û Xinêrê.

Balafiran pêşî Zap û Xwakurk bombe kirin û paşê Zap û Qendîl. Li gorî nûçeyan hin bingehên PKK’ê û çekên wan hatin bombekirin.

Herwiha ji navçeya Çelê ya Çolemêrgê jî bi tankan sînorê bakurê Îraqê hat topbaran kirin.
Hêjayê gotinê ye ku roja Duşemê jî di saet 15:30’da ji balafirgeha Dîyarbekirê balafirên şer carek din rabûn.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--