Şemî, 25 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 20:59

Herêmên Kurdan

Mehveş Evin: Jibo Grevên Birçîbûnê Dezenformasyonek Mezin Heye

Mehveş Evin (rast) û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer. Mehveş Evin (rast) û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer.
x
Mehveş Evin (rast) û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer.
Mehveş Evin (rast) û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer.
Rojnamevan û qunciknivîsa rojnameya Milliyet Mehveş Evin, jibo grevên birçîbûnê û xwepêşandanan bişopîne li Dîyarbekirê bû.

Rojnamevan Evin jibo Dengê Amerîka destnîşan kir ku di medyayê de jibo grevên birçîbûnê dezenformasyonek mezin heye û têgihîştina raya gel jî li ser vê dezenformasyonê tê avakirin. Mehveş Evin dibêje “mixabin piştî 50 rojan şûnda bala medyayê ket ser grevê.”

Niviskara rojnameya Milliyetê dibêje malbatên girtiyan pir xemgîn in, zarokê wan dikin bimrin, ji destê wan tiştek nayê lê tiştê wan xemgîntir û bê hêvîtir dike gotinên serokwezîr e ku ji bo zarokê wan dibêje şov dikin.

Evin dibêje li Diyarbekirê,  ji alîgirên BDP heta yên AKP  devê kê vedibe behsa veqetandina hêstî dikin.

Nivîskar Evin destnîşan dike di aliyek de operasyon didomin û  PKK êrîşan zêdetir dike, bi sedan mirov dimrin, di vê rewşa dexwaza maf û azadiyan, an hewildana aşitiyane dikeve tengasîyê.  

Mehveş Evin dide zanîn di van çend rojan de tiştê ku wê zêde acis kiriye li her derî panzêr û polês hene û devê tivingê panzêra li ser morvan digere.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connectioni
X
11.10.2014 18:00