Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Serokatîya Amerîka Sêşemê bi Dawî Dibin


Hemwelatî li wîlayeta New Hampshire deng didin.
Hemwelatî li wîlayeta New Hampshire deng didin.
Navendên dengdanê li rojhilata Amerîkayê derîyên xwe jibo hemwelatîyan vekirine, da ku dengên xwe bidin yan Serok Barack Obama yan jî hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney di hilbijartinên germbûyî yên sala 2012an de.

Bi milyonan dengdar ji seranserî Amerîka li jêr qanûnên dengdana pêşwext, dengên xwe dane. Lê piranîya dengdaran roja Sêşemê berê xwe didin navendên dengdanê wekî dibistan û kenîseyan.

Serok Obama û birêz Romney roja Duşemê li jimareke wîlayetên girîng gerîyan, di hewildaneke dawî de bo dengên dengdarên hîn biryar nedane bistînin.

Birêz Obama li Wisconsin û Ohio kempeyn kir berî ku komcivînek li Iowa pêk bîne. Iowa wîlayata ku serkeftina pêşî di hilbijartinên 2008an de dabû Obama. Di komcivînê de, serokê Demokrat pesnê pêkanînên xwe, ku di nav kuştina Osama bin Laden cih digire. Obama ji hemwelatîyan re got ku wî pêdivî bi bêtir dem heye da ku acendeya xwe bigihîne serî.
XS
SM
MD
LG