Duşem, 08 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 15:18

    Sûrîye

    Barzan Şêxmûs: Hemwelatîyên Sûrî li Hêvîya Encamên Hilbijartinên Amerîka ne

    Protestoyeke Kurdên SûrîyêProtestoyeke Kurdên Sûrîyê
    x
    Protestoyeke Kurdên Sûrîyê
    Protestoyeke Kurdên Sûrîyê
    Li seranserî cîhanê, hilbijartinên serokatîya Amerîka têne şopandin. Li Sûrîyê jî, gelek xelk çaverê dikin ku piştî hilbijartinan, rêvebirîya Amerîkî ya nû karekî baş li Sûrîyê bike da ku xwînrijandin û kuştina li ser destê rejîma Esed rawestîne.

    Di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîka de, rojnamevan Barzan Şêxmûs, ji bajarê Amûdê, dibêje ku xelkê Sûrîyê, bi Kurd û Ereb, li hêvîya encamên hilbijartinên serokatîya Amerîka ye, jiber ku guhertina rêvebirîya Amerîka dê bê guman guhertineke erênî li ser şoreşa Sûrîyê bike.

    Birêz Şêxmûs herwiha dide zanîn ku piranîya Kurdên Sûrîyê dixwazin berbijarê Komarî Mitt Romney hilbijartinan bidest bixe, çûnkî, di nêrîna wê de, dîroka Rojhilata Navîn xuya dike Komarî pirtir alîkarîya gelên herêmê kirine.

    Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klîk bikin.

    Barzan Şêxmûs
    Barzan Şêxmûsi
    || 0:00:00
    ...    
     
    X
    Ev forume hate girtin.
    Rêkxistina şîroveyan
    Şîrove
         
    Nivîser: ferîdon Ji: amûdê
    07.11.2012 00:42
    birastî obama tiştek ne kir ji bo şoreşa sûryê û rengek ne xweşik da li ser emerîka û hate xuyanî kirin ku emerîka berjewendiya xwe nade bi tu tiştî