Jinûve hilbijartina Barack Hussein Obama wekî hemû cîhanê li Tirkiyê jî bû mijara herî sereke a rojevê.
Di derbarê jinûve hilbijartina serokatîya Barak Obama de parlamenterê BDP’ê Nazmî Gur destnîşan kir ev serkeftinîyek mezin e jibo Barak Obama.
Siyasetvanê Kurd got “Obama bi sîyaseta xwe, him li dinyayê him jî li Avrupayê, ê dengê demokratên liberal bilind bike.”
Parlamenterê BDP ifade kir ew bi hêvî ye ku di duyemîn serokatîya Barak Obama de jibo kurdan jî ê derê diyalogê bê vekirin.
Herwiha Serokê Komeleya Kurdî ya Demokrat û Şoreşger (DDKD) Îmam Taşçier got ku jibo Kurdan hilbijartina Barack Obama bi Xêr e.
Raport