Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Serokartêşê Nikolai Makariov ji Kar Vekêşa


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serokê artêşê Nikolai Makariov ji posta wî dûr xist û General Valery Gerasimov wekî qumandarê nû yê hêzên çekdarî destnîşan kir.

General Valery Gerasimov berê jî qumandarîya şerê duyê bi Çeçenistanê kirîbû.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, roja Sêşemê Wezîrê Berevanîyê Anatoly Serdyukov ji kar vekêşebû û wezîrê berê yê rewşa tengavîyê (awarte) û walîyê herêmî yê Moskowê Sergei Shoigu anîbû şûna wî ku wekî hevalbendekî pêbawer yê birêz Putin tê nasîn.

Navê Anatoly Serdyukov di bûyereke dizî û pere xwarinê derbaz bibû ku berdewam di bin vekolînê de ye.
XS
SM
MD
LG