Nûnerên opozîsyona Sûrîyê li civîna Qeterê jibo avakirina encûmeneke yekgirtî li hev kirin.
Rêberê opozîsyonê Rîyad Seyf roja Yekşemê got ku komelên cuda yên rikeberîyê rêkeftineke 12-xalî îmze kirin, jibo pêkanîna hevalbendîyekî li dijî Serokê Sûrî Beşar El Esed.
Li gorî raportan, dibe ku encûmena nû hikûmeteke întîqalî pêk bîne eger piştgîrîya navnetewî bistîne.