Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

David Petraues îro Derdikeve Pêş Komîteya Îstîxbaratî ya Civata Nûneran


Serokê berê yê Ajansa Îstîxbaratî ya Navendî (CIA) David Petraues îro Înîyê derdikeve pêş Komîteya Îstîxbaratî ya Civata Nûneran û pêzanîn xwe yên ser êrîşa dijî konsulxaneya Bîngazîyê parve bike.

Hem komîsyona Civata Nûneran û hem jî Civata Senatoran do Pêncşemê dest bi rûniştinên taybet ser kuştina balyoz Christopher Stevens û 3 karmendên din yên Amerîkî kiribûn. Di rûniştinan de karbidestên îstîxbaratî û dijîterorîzmê jî îfade dabûn.

Gelek qanûndanêr di xemê de ne ku konsulxaneya Amerîkî ya li Bîngazîyê bi têra xwe dihate parastin yan ne. Ew her wiha dixwazin bizanin ku gelo rêvebirîya Obama hewil daye ku berî hilbijartina seroktîyê agahîyan ji bîra giştî veşere yan ne.

David Petraues hefteya borî dest ji seroktîya CIA berdabû, piştî ku vekolîna Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) derxistibû holê ku peywendîya wî ya seksî bi nivîskar Paula Boradwell heye.

Xem û fikar derketibûn pêş ku reng e, bi rêya vê peywendîya nepenî, zirar bigeheje ewlekarîya natewî ya Amerîka.

Serdozgerê Giştî Eric Holder roja Pêncşemê gotibû ku ew bawer nake ku ti zîyan geşetibin ewlekarîya natewî.
XS
SM
MD
LG