Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Divê Dawî bi Êrîşên Rokêtan li Dijî Îsraîlê Bihêt


Serok Barack Obama dibêje ku çareserkirina pirsgirêka navbera Îsraîl û komela çekdarî ya Hemasê bi dawîhatina êrîşên rokêtan yên li dijî Îsraîlê destpê dike.

Di gotarekê de roja Yekşemê li Bangkok, paytexta Taylendê, Serok Obama piştgîrîya Amerîkayê jibo mafê Îsraîlê yê xwe parastinêdubare kir.

Serok Obama herwiha got ku “bijareke xwestî” dibe eger êrîşên rokêtan yên Hemasê bi dawî bihên bêy ku Îsraîl êrîşa xwe li dijî devera Xeze tundtir bike.

Jibo demê pênc rojan e ku Îsraîl êrîşên esmanî dike ser armancan li Xeze, li bersiva êrîşên rokêtan yên çekdarên Felestînî.

Karbidestên Xezê dibêjin ku di encama êrîşeke esmanî ya Îsraîlî de bi kêmî ve 10 kes di malekê de hatin kuştin, di nav de jin û zarok jî hebûn.
XS
SM
MD
LG