Pêncşem, 21 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 17:59

Cîhan

Rêxistinên Mafên Mirovan jiber Cezayê Îdamê Rexne li Hikûmeta Afganî Digirin

x
Rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî bang li hikûmeta Afganî dikin ku cezayê mirinê rawestîne, piştî ku wê 8 girtî îdam kirin.

Serok Hamîd Karzayî cezayên sedarêkirinê roja Sêşemê erê kir, jibo wan girtîyên ku jiber sûcên kuştin, revandina mirovan û destdirêjîya seksî hatibûn girtin.

Karbidestên Afganî didine zanîn ku 8 girtîyên din, di nav rojên were de li benda îdamê ne.

Çavdêrîya Mafên Mirovan û Lêxweşbûna Navnetewî xem û fikara xwe dîyar dikin ku sîstema dadwerîyê ya Afganî nikare darizandina rewa misoger bike. Her du rêxistin bi tundî li dijî cezayê mirinê derdikevin.

Nûnertîya Yekîtîya Ewropayê ki Afganistanê jî dibêje, li ser cezayê îdamê xem û fikarên wê yên xurt hene.  Nûnertî bang li desthilatdarên Afganî dike ku dawî li cîhanîna cezayê mirinê bîne.

Talîbana Afganî jî roja Çarşemê daxuyanîyeke nivîskî weşand û îdîa kir ku hin şervanên wê rûbirûyê cezayê îdamê ne. Talîbanê hişyarî da ku ewê kiryarên tolhildanê bike, li hember wan kesên ku cezayên wî rengî dane û ew ceza bicîh anîne.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #119 Fulli
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
21.08.2014 11:24