Şemî, 18 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 18:41

Cîhan

Di Peqîna li Pakistanê de Kuştî û Birîndar Hene

x
Mezinahîya nivîsê - +
Di encama peqîna bombeyeke de, bi kêmî ve 3 leşkerên Pakistanî li başûrê rojavaya wî welatî hatin kuştin, 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, peqîna Çarşemê li bajarê Quetta otomobîleke artêşê kir armanc ku çavdêrîya zarokên dibistanê dikir. Karbidest herwisa dibêjin ku jimara kuştîyan dikare zêdetir bibe.

Ti kes bi awayekî demûdest berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe.

Quetta paytexta wîlayeta Belucistanê ye. Ev dever bûye navenda tundûtûjîya tayîfî û êrîşên mîlîtanên cudaxwaz.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--