Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Başûrê Lubnanê Bû Armanca Êrîşeke Muşekî


Muşekek roja Pêncşemê ji alîyê artêşa Lubnanê hate zeft kirin ku plan ew bû li ser bakurê Îsraîlê hatiba avêtin. Artêş dibêje, du muşekên din derengî Çarşemê hatibûn avêtin, lê li ser sînor ketibû.

Daxuyanîyeke artêşê got ku hemî bûyer li bajararokê Marjyûn li başûrê Lubnanê pêk hatin, ku pênc kîlometran dûrî sînora Îsraîlê dikeve.

Başûrê Lubnanê navenda tevgera Şîya ya Hîzbullah. Tevgera ku ji alîyê gelek welatan ve wekî rêxistineke terorîst tê zanîn, berê bi Îsraîlê re ketibû şerekî 34 rojî.

Rêberê Hîzbullah Hesen Nesrallah ti gefeyên karekî leşkerî dijî Îsraîlê jiber şerê vê dawîyê li Gazayê nedaye.
XS
SM
MD
LG