Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî li Afganistanê de Kuştî hene


An Afghan cameraman films the vest of an attacker and arms collected from the scene of a suicide attack in Kabul, Afghanistan, ,November 21, 2012.
An Afghan cameraman films the vest of an attacker and arms collected from the scene of a suicide attack in Kabul, Afghanistan, ,November 21, 2012.
Karbidestên Afganî dibêjin, bombevanekî xwekuj li rojhilata Afganistanê êrîş bir ser avahîyeke hikûmetê û 2 kes kuştin.

Karbidest herwiha didine zanîn ku di êrîşa li bajarê Maidan Shar yê eyaleta Wardak de, herî kêm 70 kesên din jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di êrîşê de jimareke endamên NATO’yê jî bi sivikî hatine birîndar kirin.

Talîban berpirsîya êrîşê digire ser xwe û dibêje, ew êrîş kiryareke tolhildanî bû, li hember sêdarekirina 4 endamên wê yên girtî ku li Zindana Pule Charki ya li dervayê Kabul’ê dihatin girtin.

Ew 4 endamên Talîbanê, di nav 14 kesên girtî de bûn ku Sêşemê û Çarşemê hatibûn îdam kirin, jiber tawanên wek kuştinkarî û destdirêjîya cinsî.

Çavdêrîya Mafên Mirovan û Lêxweşbûna Navnetewî darvekirina wan kesan şermezar kribûn û xem û fikara xwe dîyar kiribûn dikin ku sîstema dadwerîyê ya Afganî nikare darizandina rewa misoger bike.

Nûnertîya Yekîtîya Ewropayê li Afganistanê jî li ser cezayê îdamê nerazîbûna xwe ragihandibû û bang li desthilatdarên Afganî kiribû ku dawî li cîhanîna cezayê mirinê bîne.
XS
SM
MD
LG