Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Dadwera Serekî ya Dadgeha Bilind ya Sri Lanka’yî Destpê Kir


Dadwera Serekî yê Dadgeha Bilind Shirani A Bandaranayake
Dadwera Serekî yê Dadgeha Bilind Shirani A Bandaranayake
Parlemana Sri Lanka’yê dest bi darizandina dadwera serekî ya Dadgeha Bilind ya wî welatî kir.

Îro Înîyê roja yekê ya dadgehkirina Shirani Bandaranayake ku derkete pêş komîsyoneke parlemanî ku bersîva tawanên dijî wê yên dizî û şelandinê bide.

Endamên partîya desthilatdar xwest ku Dadwera Serekî dest ji karê xwe berde, heta ku dadgehkirina wê bi dawî dibe, lê Xanim Shirani ew pêşnîyar qebul nekir.

Parezêrên Dadwera Serekî dibêjin, Xanim Shirani bi hêsanî dikare bersîva hemî sucdarîyên dijî xwe bide.

Partîyên opozîsyonê û şîkerên serbixwe darizandina Dadwera Serekî ya Sri Lankayî Shirani Bandaranayake gaveke sîyasî binav dikin.

Ew dibêjin, hikûmet dixwaze hewil dide ku bêalîbûna sîstema dadwerîyê sist bike û hemî desthilat bide Serok Mahinda Rajapaksa.
XS
SM
MD
LG