Çarşem, 23 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 18:09

Sûrîye

Kurdên Sûrîyê Hêzeke Leşkerî ya Yekbûyî Radigihînin

x
Li gorî hate ragihandin, herdu hêzên sereke yên Kurdên Sûrîyê roja Înîyê ji paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, Hewlêr, eşkere kirine ku wan biryar standîye hemû hêzên xwe yên çekdar tevlî hev bikin, di hewildanekê de jibo yekkirina şer hember hêzên Îslamî yên radîkal ku hatine herêmên wan li bakurê Sûrîyê.

Ajansa Fransî ya nûçeyan ligel çend jêderên din li ser zarê berpirsekî Kurd dibêjin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê û Encûmena Gel ya Rojavaya Kurdistanê gihiştine rêkeftinekê ku hêzeke yekgirtî damezrînin.

Encûmena Rojavaya Kurdistanê ku ser bi Partiya yekîtîya Demokrat (PYD) ye, hêzeke çekdar bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye, û Encûmena Niştimanî ya Kurd jî dibêje ku ew bizavê dike hemû leşkerên Kurdên Sûrîyê, ku dagerîyane Kurdistanê Îraqê, vegerîne herêmên Kurdan li Sûrîyê.

Di çend rojên dawî de, şerê giran di navbera hêzên Kurd û grupên radîkal yên Îslamî  de li bajarê Serê Kanîyê derketîye holê. Di encama şer de bi dehan kes hatine kuştin, piranîya wan ji alîyê grupên Îslamî ve ne.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
23.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.