Çarşem, 10 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 09:37

    Rojhilata Navîn

    Yasir Arafat Dubare Hate Binaxkirin

    x
    Karbidestên Felestînî dibêjin ku termê rêberê berê Yasir Arafat dubare hate binaxkirin, piştî şarezayên navneteweyî lêkolîn li ser termê wî kir jibo zanîna sedema mirina wî.
     
    Termê Araft roja Sêşemê li bajarê Ramallah hate binaxkirin piştî şarezayên Fransî, Swisrî, Rûsî û Felestînî nimûneyên hestîyên wî jibo lêkolînan birin.
     
    Arafat li sala 2004’ê li Fransayê mir piştî ji nişka ve tûşî nexweşîyeke ne zelal bû.
     
    Li cîhana Ereb, Îsraîl bi kuştina Arafat tê xetabakirin, lê belê Îsraîl wan îdîayan red dike.
    Ev forume hate girtin.
    Şîrove
         
    Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.