Pêncşem, 24 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 05:13

Rojhilata Navîn

Misirî Dijî Morsî li Meydana Tehrîr Xwepêşandanê Dikin

x
Mezinahîya nivîsê - +
Hemwelatîyên Misirê roja Înîyê bi dema heşt demjimêran li Meydana Tehrîr li Qahîre kom bûn, wekî protesto dijî Serok Mihemed Morsî, li vê dema ku paneleke bi piranî Îslamî bernivîsa nû ya destûra Misirê qebûl kir.

Dengana li ser bernivîs di referandumekê de li seranserî welêt pêk tê.
Panela ku ji alîyê hinek endamên Krîstîyan û liberal ve hate boykot kirin, prensîbên şerîata Îslamî bikar tîne, wekî jêdera sereke jibo qanûndanê.

Di kombûnekê de ku ji Pêncşemê piştî nîvro heta destpêka Înîyê dirêj kir, grubê bi giştî pêdaçûnê ser pejirandina 234 gotarên bernivîsê kir.

Civat dengdan bilind kir da ku derbazkirina bernivîsê berî Yekşemê pêk were.
Tê çaverê kirin ku Yekşemê desthilata herî bilind ya dadwerîyê li Misirê biryarê bide ka gelo panel betal bike yan ne.

Di çend rojên borî de, dora 30 endamên liberal û Krîstîyan wekî protesto ji panelê vekişîyan. Ew dibêjin ku Îslamîyên dilsoz yên Serok Mihemed Morsî prosesa dengdana li ser bernivîsê pûç kirine

Hefteya borî, serokê Misirê girjîyeke sîyasî derxiste holê, dema wî desthilatên dadwerî qels kir da ku zehmetîyan li ber biryarên wî daneyînin.

Serokê Misirê roja Pêncşemê gote televîzyona dewletê ku biryar dê demûdest bi dawî bibe piştî ku hemwelatî dengdanê li ser destûrê bikin.
Ev forume hate girtin.
Şîrove

Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
23.04.2014 14:00

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.