Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî Statuya Filîstînê Bilind Kir


Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi piranîyeke mezin deng da jibo pênasîna dewleta Fileîstînê bo statuya çavdêreke ne-endam.

Piştî ku bernivîs roja Pêncşemê hate qebûl kirin kêfxweşîyek li civatê pêk hat.
138 dewletan bi erê deng dan bernivîsê, 9 dewletan bi na û 41 dewlet beşdarî dengdanê nebûn.

Li bajarê Ramellah li Kenara Rojava hemwelatîyên Filîstînî bi kêfxweşî nûçe ji New Yorkê wergirtin, hevdu hembêz kirin û piştî dengdanê derketin kolanan.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon got ku dengdan pêdivîya berdewamîya danûstandinên bi wate navbera Îsraîl û Filîstînîyan nîşan dide. Wî bang li her du alîyan kir pêgirîya xwe ya aştîyeke danûstandî nû bikin.

Lê, balyoza Amerîkî bo NY Susan Rice got ku dengdan ne di cihê xwe de bû û bê berhem bû.

Xanim Rice got ku ev dengdan pirtir astengîyan li ser rêya aştîyê datîne.
XS
SM
MD
LG