Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Dest bi Operasyoneke Mezin Kirin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê îro Înîyê dest bi operasyoneke mezin kirin, li nêzîkî firîngeha navnetewî ya Şamê kirine, li vê demê ku dîplomatên pirtir ji 60 welatên cîhanê bang li civata navnetewî dikin ku giwaştina ser hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed zêde bike.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, pêvçûn derengîya şeva Pêncşemê destp kirin, li nêzîkî cadeyekê ku digeheje firoxaneya navnetewî ya paytaxt Şamê.

Raportên hevnegirtî yên ji herêmê radigihînin ku 2 kes birîndar bûn, piştî ku serhildayan 2 vesayîtên artêşê yên nêzîkî firngehê peqandin.

Heta niha ne dîyar e firîngeh vekirîye yan ne. Lê, Kompanya firînê ya Misiri EgyptAir û ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî firînên xwe yên wî welatî rewestandin.

Koma “Hevalên Sûrîyê” jî îro Înîyê li Tokyo’yê kom bibû da ku toleyên aborî û pîvanên din yên giwaştinê gotûbêj bike.

Di daxuyanîya girtinê de, Gruba “Hevalên Sûrîyê” kuştinkarîya berdewam, bombekirina deverên sîvîl yên rûniştinê û herwiha zêdegavîyên sîstematîk yên mafên mirovan li Sûrîyê şermezar kiribû.

Wezîrê Derve yê Japonyayê Koichiro Gemba ku mêvandarîya civîna îro Înîyê kirûbû gotib ku ew bi hêvî ye kombûna wan dê peyemeke sîyasî ya xurt bişîne hikûmeta Sûrî.
XS
SM
MD
LG