Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Amerîkî Piştgirîya Japonya di Nakokîya Herêmî ligel de Çînê Dike


Civata Senata Amerîka bi piranî qanûnek pesend kir ku pêgirîya Washington bo Japonyayê di nakokîya wî ya herêmî ligel Çînê li ser giravên Deryaya Rojhilata Çînê tekez dike.

Ev gav roja Pêncşemê bi Qanûna Desthilata Berevanîya Niştimanî ve ya Sala aborî ya 2012 hate girêdan. Qanûn salane hîn di Senatê de tê gotûbêj kirin. Civata Senatê desteya herî bilind ya Kongirêsa Amerîkî ye.

Naveroka vê gava Senatê dibêje, Amerîka pênasînê bi rêvebirîya Japonya li ser giravên Senkaku dike, lê ti helwestê li ser serwerîya giştî ya wê deverê. Ew herwiha nîşan dide ku Amerîka li dijî bikaranîna fişar, gefekirin û hêzê ye jibo çareserkirina kêşeya li ser deverê.
Giravên dewlemend herwiha wekî Giravên Daioyu li Çînê tên nasîn.
XS
SM
MD
LG