Duşem, 08 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 04:52

    Sûrîye

    Bernama Hello Washington

    x
    Sengî û giranî li ser Hevalbendîya Rikeberîyê ya Sûrî ya nû zêde dibe ku rêberên xwe hilbêjêrin û bibine hêzeke sîyasî ku cihê hikûmeta Sûrî bigire û bi fermî ji hêla Amerîka û welatên din ve bê nasîn.
    Hevdem, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton roja Çarşemê nerazîbûna xwe dubare kir û got, rêjîma Esed ku gelek şerpeze bûye reng e çekên kîmyayî bikar bîne, yan jî kontrol li ser wan çekan nemîne û ew çek bikevine destê komelên çekdar.
    Herwiha, NATO roja Sêşemê pêşnîyareke Tirkîyê pejirand ku daxwaza muşekên Patriot kiribû da ku dijî Sûrîyê berevanîyê li tixubên xwe bike.
    Ev e babeta serekî yê Bernama Hello Washingtonê ya ve heftê ye. Hevkar Moteber Şirwanî mêvandarîya bernamê dike.
    Guhdarên me dikarin bi rêya telefon û emaîlê bi pirs û nêrînên xwe piçikdarî li vê bernamê bikin.
     
    Telefon**(pêş bername destpê bike): 202-203-4875
     
    Telefon (dema bernamê): 202-619-3861
     
    Email: Kurdish@voanews.com