Pêncşem, 24 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 07:39

Sûrîye

Hêzên Hikûmeta Sûrî 2 Taxên Paytaxt Şamê Bombebaran Dikin

x
Mezinahîya nivîsê - +
Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên artêşê îro Înîyê du taxên derveyî paytaxt Şam bombebaran kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên mirovan dibêje, hêzên hikûmetê bi muşekan êrîş birin ser taxên Daraya û Modamîyah yên bin kontrola serhilayan.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên herwiha radigihîne ku hikûmeta Sûrî pirtir hêzên leşkerî dişîne wan deveran ku kontrola wê derê jinûve bigire destê xwe. Rêxistin xema xwe dîyar dike ku hikûmet dikare li ser sîvîlan êrîşeke berfireh destpê bike.

Nûnerê aştîyê yê Neteweyên Yekbûyî Lexdar Brahîmî do Pêncşemê gotibû ku  Amerîka û Rûsya hevbîr in ku “divê çareserîyek were dîtin” da ku krîza li Sûrîyê bi dawî were.

Birêz Brahîmî do Pêncşemê ligel Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton û hevtayê wê yê Rûsî Sergei Lavrov, dema beştarbûna konferanseke mafên mirovan li paytaxa Îrlandayê Dublinê civîyabû.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
23.04.2014 14:00

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.