Karbidestên Lubnan dibêijin, bi sedema şer û pevçûnên girêdayî bi Sûrîyê, çar kes li bajarê Terabuls li bakura welatî hatin kuştin.
Karbidest dibêjin pevçûna tayîfî ya roja Yekşemê li navbera çekdarên Sunnî yên piştevanên serhildayên Sûrîyê û çekdarên Şîe yên piştevanên serokê Sûrîyê Beşar El Esed bû.
li heftîya bihurî jî bi sedema pevçûnên navbera çekdarên Şîe û Sunnî, bi kêmî ve 12 kes hatin kuştin.
Hikûmeta Lubnanî hêzên artêşê şandine Terablusê di bizavekê de jibo kontrolkirina tundûtûjîyan.