Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Tirkîye, Îran û Çîn li Her Welatekê Zêdetir Rojnamegeran Binçav Dikin


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ya bingeh li Amerîkayê, radigihîne ku hejmara rojnamegerên girtî di vê salê de pir zêde bûye.

CPJ radigihîne ku Tirkîye, Îran û Çîn li her welatekî zêdetir medyaya rexnegir bêdeng dikin û hikûmetên wan welatan bi tawana teror û tawanên li dijî dewletê rojnamevanan xetabar dikin.

Di raportekê de ku roja Sêşemê belav bû, CPJ radigihîne ku heta roja 1’ê meha 12, 232 nivîskar, sernivîs û rojnamevan li seranserê cîhanê di zîndanê de ne. Herwiha heta îro, 65 rojnamevan li sala 2012’ê li cîhanê hatîne kuştin.

Li Tirkîyê 49 rojnamevan di zîndanê de ne, ku ev hejmar li her welatekê din zêdetir e. Bi dehan rojnamevan û sernivîsên Kurd li Tirkîyê hatîne binçavkirin û bi tawana teror û pîlanên li dijî hikûmetê hatîne tawanbarkirin.

Li Îranê 49 rojnamevan û li Çînê 32 rojnamevan di zîndanê de ne.
XS
SM
MD
LG