Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jibo Hinartina Roketeke Dûravêj Rexne li Hikûmeta Koreya Bakurî Digire


Amerîka jibo hinartina roketeke dûravêj, rexne li hikûmeta Koreya Bakurî digire û biryara Pyongyang wekî gaveke provokatîv binav dike ku ku gefan li ewlehîya herêmê dike.

Berdevkê Civata Ewlehîyê Tommy Vietor îro Çarşemê got, avêtina roketê rastexwe şikandina biryarên Neteweyên Yekbûyî ye. Wî got, biryarên Civata Ewlekarîyê yên NY rê li ber Pyongyang digire ku teknolojîya muşekên balîstîk bikar bîne.

Du hevalbendên Washingtonê Japonya û Koreya Başûr jî daxwaza pirtir tole û cezayan li ser Koreya Bakur kir.

Wezîrê Derve yê Koreya Başûrî Kim Sung-hwan dîyar kir ku Koreya Bakur dê berpirsê kiryarên xwe yên wiha be ku biryarên Neteweyên Yekbûyî binpê dike.
XS
SM
MD
LG