Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêxweşbûna Navnetewî Rexne li Pakistan û Talîbanê Digire


Rêxisteneke navnetewî ya mafên mirovan, li ser meseleya binpêkirina mafên mirovan yên wek binçavkirina bêserûber, kuştina neqanûnî li herêma bakur rojava, gazinan ji hêzên çekdar yên Pakistan û Talîbanê dike.

Di raporteke xwe de ku roja Pêncşemê hate belav kirin, rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî anku Amnesty International got ku bi mîlyonan hemwelatîyên Pakistanî ketine ber bandora (Bejîtîya Qanûnî) li herêma nêzîkî sînora Afganistanê.

Rêxistina mafên mirovan got ku artêşa Pakistanê berpirsa binpêkirina mafên mirovan, wekî hindakirina bi zorê û danûstandina pîs ligel girtîyan.

Rêxistin dibêje, di destê wê de dozên belgekirî hene ku tê de xuya dibin termên girtîyan ji alîyê hêzên çekdar ve ji malbatên wan re hatine şandin.

Amnesty International herwiha dibêje ku tevgera Talîbanê jî çend binpêkirinên mafên mirovan pêk anîye, wekî girtin û kuştina leşkerên Pakistanî.

Ji alîyê xwe ve, artêşa Pakistanî ev îdîayên rêxistina navnetewî red kir û wekî derew binav kir.
XS
SM
MD
LG