Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îraqê jibo Dermankirinê Diçe Almanya


Cîgirê Wezîrê Saxlemîyê Dr. Issam Namiq û Dr. Hani Musa li ser saxlemîya Talabanî agahîya didin.
Cîgirê Wezîrê Saxlemîyê Dr. Issam Namiq û Dr. Hani Musa li ser saxlemîya Talabanî agahîya didin.
Karbidestên Îraqî dibêjin, rewşa saxlemîya Serok Celal Talabanî ber bi başbûnê ve dihere û tedavîya wî encamên erênî dide.

Doktorên li Bexdayê dibêjin, birêz Talabanî dê ji Almanyayê re were veguhestin.
Cîgirê Wezîrê Saxlemîyê Issam Namiq îro Çarşemê got, pisporên saxlemîyê ji Almanya û Îranê geheştin ku alîkarîya birêz Talabanî bikin. Namiq da zanîn ku tîmeke Britanî jî li rê ye ku were Îraqê.

Serokomarê Îraqê Celal Talabanî yê 79 salî, derengîya Duşemê ji nexweşxanê re hatibû rakirin, piştî ku rehên dilê wî xetimîbûn.

Doktorên birêz Talabanî do Sêşemê ragiandibûn ku rewşa wî baş e û xetera mirinê tuneye.
XS
SM
MD
LG