Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Moskow Naxwaze ku Beşar El Esed Vehewîne


Sergey Lavrov.
Sergey Lavrov.
Wezîrê derve yê Rûsî dibêje ku wê kêfxweş dibe eger her welatek pêşwazîyê li serokê Sûrî Beşar El Esed bike, lê belê Moscow bixwe naxwaze ku serokê Sûrî vehewîne eger dest ji desthilatê berde.

Sergei Lavrov dibêje ku hejmareke welatên herêmê ji Moskow xwestîye ku peyamên wan bigihînin Esed ku derîyên wan ji Esed re vekirîyê.

Lavrov got “eger kesek amade be ku garantîyan bide Esed, em berî her kesekî dibêjin: sipas Xweda, herikîna xwînê bi dawî hat! Eger ev yek di rastî de bibe sedema dawîya herikîna xwînê, ku cihê gumaneke mezin e.

Rûsya biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî Esed veto kirin jibo parastina hevalbendê xwe Esed, lê belê nuha xwe ji wî dûr dike.
XS
SM
MD
LG