Pêncşem, 02 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 02:23

Sûrîye

Piştî Civîna Wî bi Esed re, Brahîmî Nîgeran e

x
Nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî dibêje ku rewşa Sûrîyê hêşta cihê nîgeranîyê ye, piştî civîna wî bi serokê Sûrî Beşar El Esed re.
 
Di gotarekê de bo peyamnêran roja Duşemê li qesra serokatîyê li Şamê, Brahîmî hêvî xwest ku hemû alî kar bikin jibo vedîtina çareserîyekê ku bi dilê gelê Sûrîyê be.
 
Li gorî ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrî, Esed gote Brahîmî ku hikûmeta wî piştgîrîya her bizavekê dike ku li berjewendîya gelê Sûrîyê be û yekîtî û serwerîya Sûrîyê biparêze.
 
Civîna Brahîmî û Esed rojekê piştî êrîşeke esmanî ya hikûmeta Sûrîyê bû li dijî bajarekê bin kontrola serhildayan.  Di wê êrîşê de roja Yekşemê bi kêmî ve  60 kes hatin kuştin, li gorî çalakvanan.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #125i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
27.09.2014 20:23