Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict Aştîyê Bo Cîhanê Dixwaze


Papa Benedict daxwaza aştî û tenahîyê kir jibo cihên aloz yên cîhanê, di nav de Sûrîy, di merasîmeke taybet de ku her sal bi helkefta cejna Krismisê tê li dar xistin.

Di gotarekê de li balkonya dêra St. Peter’s Basilica roja Sêşemê, rêberê Katolîkan hêvî xwest ku gelên Sûrîyê di aştîyê de bijîn, piştî mirina bi dehan hezar kesan li qeyrana wî welatî.

Papa Benedict herwiha ji Îsraîl û Felestînîyan xwest ku li hev bikin.

Rêberê Katolîkan daxwaz jî li hikûmeta Çînê kir ku rêzê li olî bigire.
XS
SM
MD
LG