Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Di Êrîşên Hikûmetê de 20 Kes Hatine Kuştin


Bizavkarên opozîsyona Sûrî dibêjin ku di encama bombebarankirina hikûmetê li ser parêzgeha Reqa ya ser sînorê Tirkîyê de, 20 kes hatine kuştin.

Bizavkarên didine zanîn ku 8 ji qurbanîyan zarok bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê roja Çarşemê vîdyoyek belav kir ku tê de qurbanîyên vê êrîşa hikûmetê li ser gundekî li herêma Reqa nîşan dide.

Hîn zelal nebûye ka êrîş kengê pêk hatîye. Di hefteyên dawî de, tundûtûjî li wê herêmê zêde bûye.

Di pêşketineke din de, karbidestekî din yê payebilind roja Çarşemê ji hikûmeta Serok Beşar Esed cuda bû û tevlî hêzên opozîsyonê bû.

Di vîdyoyekê de ku li ser malpereke medya civakî hate weşandin, serekê polîsên leşkerî li Sûrîyê, General Abdul Ezîz Casim El Şelal dîyar dibe.

Di vîdyoyê de, El Şelal dibêje, ew ji rejîmê veqetîye, jiber ku polîs û leşkerên Sûrîyê gelekî dûrî erkên xwe yên sereke ketine. Li gorî wî, karê ku polîs û leşker niha dikin kuştina gel e, ne parastina wan.

Hêjayî gotinê ye, ji dema ku serhildana Sûrîyê berî 21 destpê bûye, bi dehan karbidestên bilind yên hikûmeta Esed cuda bûne û piranîya wan tevlî opozîsyonê bûne.
XS
SM
MD
LG