Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Tirkîye Danûstandinê bi Ocalan re Dike


Karbidestekî Tirkîyê dibêje ku Enqere danûstandinê bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê yê zîndankirî re dike, li gorî ajansa Associated Press.

Yalcin Akdogan, alîkarê serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, gote rojnameya Taraf ku armanca wan danûstandinan razîkirina PKK’ê ye ku dest ji çekî berde.

Berî çend rojan jî, serokwezîrê Tirkîyê got ku ajansa agehîyê dîsa dest bi danûstandinan bi Abdullah Ocalan re kirîye.

Partîya Karkerên Kurdistanê li sala 1984’ê dest bi şerê çekdarî kir.
XS
SM
MD
LG