Civata Senatê ya Kongresa Amerîkî planeke diravî pejirand di bizavekê de jibo rêgirtin li zêdebûna bacê û kêmkirina xercîyên hikûmeta federalî.
Di civîneke ne asayî de li roja serê salê, senatoran ew plan bi 89 beramberî 8 dengan pejirand.
Endamên herdu partîyên Demokrat û Komarî li ser wê planê lihevkirin piştî danûstandinên tund, ku çend rojan berdewam bûn.
Serok Obama pesna Civata Senatê da û ji Civata Nûneran xwest ku bi zûtirîn dem wê planê derbaz bike.
Civata Nûneran nîvroya Sêşemê kom dibe jibo encamdana gotûbêjan li ser wê planê.