Duşem, 20 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 11:34

Îraq

Sedir Piştgîrîya Xwepêşanderên Sunnî Dike

Muqteda El Sedir.Muqteda El Sedir.
x
Muqteda El Sedir.
Muqteda El Sedir.
Mezinahîya nivîsê - +
Oldarê Şîe yê Îraqê Muqteda El Sedir piştgîrîya xwe bo xwepêşanderên Sunnî ragihand.

Di gotarekê de li bajarê Necef, El Sedir got ku xwepêşanderan dikarin hikûmeta Îraqê protesto bikin, eger xwepêşandanên wan aştîyane be.

Ev çend rojên bi hezaran Sunnî li parêzgehên Enbar, Mosil û Selaheddîn xwepêşandanan li dijî hikûmeta navendî ya Îraqê ya bi rêberatîya Şîeyan dikin.

El Sedir, serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî hişyar kir û got “agahdarî Buhara Erebî be li Îraqê.”

Odarê Şîe got ku bitenê Malikî berpirsîyar e beramberî nerazîbûnên gelê Îraqê.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--